Çekdaran 3 kes ji Serê Kaniyê revandin

Grûpên çekdar ên ser bi artêşa Tirkiyê ve, 3 kesan ji gundekî Serê Kaniyê direvînin û ber bi cihekî ne diyar ve dibin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Grûpên çekdar ên ser bi artêşa Tirkiyê ve, 3 kesan ji gundekî Serê Kaniyê direvînin û ber bi cihekî ne diyar ve dibin.

Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan belav kir, grûpeke çekdar 3 kes ji gundê Hecac ê Serê Kaniyê bi tometa “pêwendiya wan bi HSDê re heye” revandin û ber bi cihekî ne diyar ve birin.

Ji dema dagîrkirina Serê Kaniyê ji aliyê artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar ve, gelek welatî li ser destê çekdaran hatine revandin û eşkencedan.

Li gor zanyariyên Rewangehê jî, berî çend rojan kesekî kêmendam di girtîgeha grûpa El Hemzat de di bin eşkenceyê de hat kuştin.

 

S. B