Dadgeheke Îranê sizayên tund li 10 çalakvanên Rojhilatê Kurdistanê disepîne

Dadgeheke Îranê 30 meh zîndan ligel lêdanê li 10 xwepêşanderên bajarê Banê yê Rojhilatê Kurdistanê disepîne.

K24 – Navenda Nûçeyan

Dadgeheke Îranê 30 meh zîndan ligel lêdanê li 10 xwepêşanderên bajarê Banê yê Rojhilatê Kurdistanê disepîne.

Dadgeheke Îranê li bajarê Sine 30 meh zîndan, lêdana 250 qamçiyan û baca 250 milyon Tumen li ser 10 welatiyên Kurd ên bajarê Banê li disepîne.

Kesên hatine sizadan, bi tometa ku berê 3 salan di xwepêşandanan de piştevanî li kolberan kiribûn, hatin tomebarkirin.

Navendên mafên mirovan ên Rojhilatê Kurdistanê piştrast kirin, dadgeha bajarê Sinê, ew 10 kesên ji bajarê Banê, bi tometa ku piştevanî li kolberên Rojhilatê Kurdistanê yên ji aliyê hêzên Îranî ve teqe li wan tê kirin kirine, siza dan.

Berî 3 salan 2 kolberên bi navê Qadir Behramî û Heyder Ferecî li ser sînorê Rojhilat û Başûrê Kurdistanê ji aliyê hêzên Îranî ve hatin kuştin, ew 10 kes jî di xwepêşandanên li dijî kuştina wan herdu kolberan de hatibûn girtin.

Di vê mehê de, ev çendîn car in dadgehên Îranê sizayên zîndanê li çalakvanên Kurd ên Rojhilatê Kurdistanê disepînin, ku berî çend rojan jî, Dadgeha bajarê Seqizê sizaya koma 16 sal zîndan li 3 ciwanên Kurd ên Rojhilatê Kurdistanê sepandin, bi tometa ku di xwepêşandanan de beşdar bûne û wêneya Qasim Suleymanî şewitandine.

Her di vê mehê de jî, Dadgeha Şoreşê ya Îranê li bajarê Sinê 10 sal zîndan li mamosteya zimanê Kurdî û berpirsa Encûmena Fermangeha Komelaya Nûjîn Zara Mihemedî sepandin.

  

S. B