Li Kerkûkê 5 pêketiyên Koronayê canê xwe jidest dan

Li bajarê Kerkûkê hejmara haletên Koronayê zêde dibin û duhî 5 kesên din bi vîrusa Koronayê can dan.

K24 – Navenda Nûçeyan

Li bajarê Kerkûkê hejmara haletên Koronayê zêde dibin û duhî 5 kesên din bi vîrusa Koronayê can dan.

Peyamnêrê K24ê li Kerkûkê da zanîn, di 24 demjimêrên bûrî de li Kerkûkê 137 kesên din bi Koronayê ketin û 5 kesan jî bi Koronayê can dan.

Li gor zanyariyên peyamnêrê me, heta niha li Kerkûkê 3 hezar û 818 kes bi Koronayê ketine, ji wan ku 2 hezar û 22 kes ji wan baş bûne û 200 kesan jî canê xwe jidest dane.

Peyamnêrê me amaje bi wê da, biyar e îro yan sibe şaneya qeyranan a bajarê Kerkûkê bicive û rêkar û biryarên nû di derbarê rûbirûbûna Koronayê di rojên çejna Qurbanê de derbike.

Herwiha da zanîn jî, bijîşkekî Kerkûkê bi navê Şemal Taha ku meha bûrî bi vîrusa Koronayê ketibû û baş bûbû û 3 caran plazmaya xwîna xwe bexişandibû, careke din bi Koronayê ket, lê niha rewşa wî ya tendirustî cîgir e.

 

S. B