Nêçîrvan Barzanî: Rewşa nebaş yekrêzî û tebayîyê ji hemû aliyan dixwaze

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî peyameke pîrozbahiyê arasteyî Tevgera Goranê û Rêkxerê Tevgerê Omer Seyid Elî dike û radigihîne, bi yekrêzî û tebayî û pêkveyiyê dikarin vê qonaxa dijwar derbas bikin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi boneya 11emîn salvegera damezrandina Tevgera Goranê, peyameke pîrozbahiyê arasteyî Tevgera Goranê û Rêkxerê Tevgerê Omer Seyid Elî dike û radigihîne, bi yekrêzî û tebayî û pêkveyiyê dikarin vê qonaxa dijwar derbas bikin.

Peyama  Serokê Herêma Kurdistanê:

Di salvegera yazdeh saliya damezrandina Tevgera Goran da, bi germî pîrozbahiyê li we yên birêz û endam û alîgirên tevgera we dikim, hêviya berdewamî û pêşketinê ji bo we dixwazim.

Tevgera Goran her ji damezrandinê ve li ser destê xwedê jêrazî Newşîrwan Mistefa ku li vê bîranînê silavan ji bo giyanê wî dişînîn û bi bîrtînîn, roleke diyar li qada siyasî da dîtiye, niha jî aliyeke bi bandor û serekiya pêkhateya hikûmet û proseya siyasiya Kurdistane, helwestên wê jî berpirsiyar û xemxwarane ne.

Hêvîdar im ev bîranîn geşiyeke zêdetir bide têkoşîna siyasiya tevgera we ya bi navê armancên rewayên gelê me da, ev helkeft bibin derfeta kûrkirina giyanê hevkarî û bihêztirkirina hevxebatî û destgirtina hemû aliyên têkoşerên Kurdistanê bi neguher û armancên niştimanî û berjewendiyên bilindên gelê me ve.

Rewşa nebaş û kêşe û qeyranan ku bi rûyê Kurdistanê girtine, yekrêzî û tebayî û pêkveyiyê ji hemû aliyek dixwazê, heta bikarîn vê qonaxa dijwar derbas bikin, gelê xwe ji qeyran û kêşeyan derbas bikîn, parêzgeriyê li qewareya destûra Herêma Kurdistanê bikîn û hengavên zêdetir ji bo xizmetkirina xelkê Kurdistanê bavêjîn.

 

S. B