Mesrûr Barzanî: Bi hev re dikarin berevaniyê li mafên destûrî û qewareya Herêma Kurdistanê bikin
Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî peyameke pîrozbahiyê arasteyî Tevgera Goranê û Rêkxerê Tevgerê, endamên Xaneya Raperandinê û Civata Niştimanî ya Tevgera Goranê dike.
K24 – Navenda Nûçeyan
Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî bi boneya damezirandina Tevgera Goranê, peyameke pîrozbahiyê arasteyî Tevgera Goranê û Rêkxerê Tevgerê, endamên Xaneya Raperandinê û Civata Niştimanî ya Tevgera Goranê kir.
Di peyama Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê de hatiye: Bi boneya 11emîn salvegera damezirandina Tevgera Goranê, pîrozbahiyê li we, endam û alîgirên Tevgera Goranê dikim û hêviya serkeftinê ji we re dixwazim.
Herwiha di peyamê de hatiye: Tevgera Goranê wek aliyekî girîng ê pêkhênerê Hikûmeta Herêma Kurdistanê ye, roleke wê ya diyar di tevgera siyasî ya Herêma Kurdistanê de heye. Hêvîdar im bi hevahengî û hevkariya tevahiya aliyên siyasî û pêkhateyên Herêmê, Hikûmeta Herêma Kurdistanê dikare karnameya çaksaziyê ya firehalî û giştgîr bi serkeftî bicih bike û em hemû bi hev re, parêzgariyê û berevaniyê li mafên me yên destûrî li Iraqa federal û qewareya siyasî ya Herêma Kurdistanê bikin.
S. B