Serok Barzanî pêşwaziya Konsolê nû yê Amerîka li Hewlêrê kir
Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya Konsolê nû yê Amerîka li Hewlêrê Robert Waller kir.
K24 – Navenda Nûçeyan
Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya Konsolê nû yê Amerîka li Hewlêrê Robert Waller kir.
Di hevdîtinê de ku birêz Konsolê berê amade bû, Serok Barzanî hêviya serkeftinê ji bo Konsolê nû û her wiha ji bo Konsolê berê li karê wî yê nû de xwest.
Her di vê hevdîtinê de behsa rewşa siyasî û aboriya Herêma Kurdistan û Iraq û Rojhilata Navîn û pêşhatên bandorên pejika Koronayê kirin.
Ji aliyê xwe ve Konsolê nû yê Amerîka spasî helwesta miroviyaneya Herêma Kurdistanê ya beramber koçber û penaberan kir ku ji ber şerê DAIŞê xwe spartine Herêma Kurdistanê.
S. B