Îraq amara bandora Koronayê di 24 demjimêrên burî de belav kir
Wezareta Tenuristîya Îraqê amara 24 demjimêrên burî yên bandora Vayrosa Koronayê li seranserî welatî bi herêba Kurdistanê ve jî, belav kir.
K24- Hewlêr
Wezareta Tenuristîya Îraqê amara 24 demjimêrên burî yên bandora Vayrosa Koronayê li seranserî welatî bi herêba Kurdistanê ve jî, belav kir.
Li gor ragehandina Wezareta Tenduristîya Îraqê, di dema 24 demjimêrên bûrî de, pişkinîna pizîşkî bo 15 hezar û 788 gumanlêkirîyên helgirên Vayrosa Koronayê hatine encamdan û tûşbûna 2 hezar û 862 kesên din hatin piştrastkirin.
Wek di ragehandinê de hatîye, di dema wan demjimêran de, 72 kesên din canên xwe ji dest dane bi sedema nexweşîya Vayrosa Koronayê.
Hevdem 2 hezar û 49 haletên başbûnê ji wê nexweşîyî hatine tomarkirin.
Hejmara tûşbûyan li Îraqê heya niha gehiştîye 107 hezar û 573 haletan, ji evê hejmarê jî, 4 hezar û 284 kesan bi sedema Vayrosa Koronayê canên xwe ji dest dane.
Heya niha 73 hezar û 317 kes bi temamî li Îraqê ji Koronayê baş bûne û 29 hezar û 972 kes jî di nexweşxaneyan de li jêr çavdêrîya pizîşî ne. Ji evê hejmarê jî 449 kes bi sedema ne akincîya rewşa tenduristîya wan di bin çavdêrîya herî zêde ya pizîşkî de ne.