Firset Sofî: Serokê hikumetê ez raspartin ji xem û azarên dukandrên bazarê Sîm kêm bikim
Dr, Firset Sofî, parêzgarê Hewlêrê li bazarê Sîm a Hewlêrê, (ku duhî Heynîyê agir pêket û bi sedema wê yekê jî, zêdetir ji 250 dukanan şewitîn), Konfiranseka Rojnamevanî Iidarxist û ragehand: Cenabê serokê hikumetê peywendî bi min re kir û ez raspartim bi hemû awayekê hewl bidin ji xem û azarê dukandaran kêm bikin.
K24- Hewlêr

Ragehand jî: Hemû karekî dikin daku ev bûyer dûbar nebe û cihekê hejî be bi temamî pêşkeşî wan dikin û serokê hikumetê erkê dabînkirina hemû xizmetguzarîyan di stû de digire.
Firset Sofî, gor jî: Me bo evê mebestê komîteyek pêkhînaye daku li ciheke nêzîk vir bazareka nû bo dukandaran durist bikin.
Parêzgarê Hewlêrê soz da, ku hemû karekê did=kin daku dukandarên wir, yek roj jî bê kar nebin û ti karekê jî nakin bi dilê dukandaran bi xwe nebe. Ji evro be ew komîte dest bikarên xwe dike.
Duhî berê sipêdeyê, agir berbû bazarê Sîm li Hewlêrê û zêdetir ji 250 dukan şewitîn û dukandaran zîyaneka mezin pêketin. Ev jî bi sedema ne başîya wî cihî û nebûna mercên selametîya pêwîst, bo evê yekê jî, hikumeta Herêma Kurdistanê biryar da bazareka nû bo wan durist bike.