Helmeta mîdyayî bo berengarbûna Koronayê li Herêma Kurdistanê birêve diçe

Hikumeta Herêma Kurdistanê, helmeteka mêdyayî bo berengarbûna Koronayê destpêdike. Ew helmet li ser rasparte û daxwaza Civata Wezîran e. Bi hevpişkî ii alîyê Wezareta Rewşenbîrîyê û Fermangeha Mêdya û Zanyar birêve diçe.

K24- Hewlêr

Ew helmet bo dema dû hevteyan berdewam dibe. Di hefteya yekemde girêdanan demamkane ji evro ve destpêdike. Di evê demê de, kenalên ragehandinê bernameyên tenduristî û giringîya girêdana demamkan pêşkeş dikin.

Wek Wezareta Rewşenbîrî û Fermangeha Mêdya û Zanyarî maje kirin e, kenalên Televizyonê bi danana Haştaga a (# bi masik ve) pişikdarîyê di wê helmetê de dikin.