Tûşbûyeka Vayrosa Koronayê li qeza ya Seyîd Sadiq canê xwe ji dest da

Di ragehandinekê de, qaymeqamê qeza ya Seyîd Sadiq mirina tûşbûyeka dî ya Vayrosa Koronayê ragehand.

K24- Seyîd Sadiq

Di ragehandinekê de, qaymeqamê qeza ya Seyîd Sadiq mirina tûşbûyeka dî ya Vayrosa Koronayê ragehand.

Di ragehandina qaymeqamîya Seyîd Sadiq hatîye, 20emîn haleta mirinê bi Vayrosa Koronayê hat tomarkirin, ku jineka temen 51 salîye û rûniştvana qeza ya Seyîd Sadiq e.

Herweha amaje bi wê yekê jî kirîye, piştî vemana evê jinê li nexweşxaneya Silêmanî, evro canê xwe ji dest da.