Li gor rênimayîyan mizgeftên Herêmê Herêmê hatin vekirin

Li gor mercên tenduristîyê û rênimayîyên xwe parêzîyê, mizgeft li seranserî Herêma Kurdistanê hatin vekirin. Tenê di navenda Hewlêrê 400 mizgeft hatin vekirin. Vekirina wan jî tenê bo nimêjên ferz dibe. kesên diçin mizgeftan bo nimêjan divê pêdawîstîyên xwepaerêzîyê bikarbihînin û dûrî di navbera xwe de biparêzin, daku xwe biparêzin ji Vayrosa Koronayê.

K24- Hewlêr

Tenê li rojên Heyînîyê li seranserî Herêma Kurdistanê zêdetir ji yek milyon musilman li Kurdistanê serdana mizgeftan dikin. Heya niha biryar tenê bo encamdan nimêja bi kom e û hêj biryar bo encamdana nimêja heynîyê nehatîye dayin.

Di vê bwarê de, Şêx Niyaz Şêx Raxib Neqbendî, serokê liqa Hewlêrê ya Yekêtîya zanayên ola Îslamî li Kurdistanê dibêje: Yekêtîya me mijûlî danana mîkanizmeka guncayî ye,  daku di ayînde de mizgeftan li rojên Heynî jî vekin.

Vekirina mizgeftan li seranserî Herêma Kurdistanê, biryar Komîte ya Bilinda Berengarbûna Koronayê ye, ev biryar jî wek pêwîstî û daxwazîya pişkeka mezin ji hevwelatîtan bû. Tevî vê yekê jî, pêwîste ewên diçin mizgeftê bo nimêjan, mizgeftan pakij ragirin û pabendên rênimayîyên tenduristî û rêkarên xweparêzîyê bin.