3 pêketiyên Koronayê li Hewlêrê canê xwe jidest dan

Li nexweşxaneyeke bajarê Hewlêrê îro 3 pêketiyên bi vîrusa Koronayê canê xwe jidest dan.

Li nexweşxaneyeke bajarê Hewlêrê îro 3 pêketiyên bi vîrusa Koronayê canê xwe jidest dan.

Jêderekî ji nexweşxaneya Rizgarî ya Hewlêrê ji K24ê re ragihand, 3 pêketiyên Koronayê ku çend rojan li nexweşxaneyê di bin çavdêriya bijîşkî de bûn, îro danê sibê canê xwe jidest dan.

Ev di demekê de ye, duhî jî 6 pêketiyên bi vîrusa Koronayê li Hewlêrê canê xwe jidest dabûn.

Heta niha li Herêma Kurdistanê 477 pêketiyên Koronayê canê xwe jidest dane, ji wan 95 kes rûniştvanên bajarê Hewlêrê bûn.

 

S. B