Mesrûr Barzanî: Herêma Kurdistanê penageheke aram ji ewên ji tirsa teror û çewsandinê berê xwe didinê re dimîne

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêşwazî li Wezîrê Koç û Koçberan ê Iraqê Îvan Fayiq kir.

K24 – Navenda Nûçeyan

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêşwazî li Wezîra Koç û Koçberan a Iraqê  Îvan Fayiq kir.

Di civîna navbera wan de, guftûgo derbarê rewşa koçber û penaberên Herêma Kurdistanê û xweşkirina zemînê ji bo vegera wan a armazûmendane bo navçeyên wan hatin kirin.

Wezîra Koç û Koçberan a Iraqê spasiya Herêma Kurdistanê kir, ji bo mêvandariya koçber û penaberan, ku bê ti cudahiyê pêşwazî li wan kir. Amadehiya wezareta xwe jî ji bo her hevahengiyeke pêwîst bi Herêma Kurdistanê re derbirî.

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê amaje bi wê da, ku tevî rewşa zehmet a aboriyê, Hikûmeta Herêma Kurdistanê di mêvandariya zêdetir ji milyonek û dused hezar koçber û penaber de berdewam e, ku pêwîst e hikûmeta federalî û civaka navdewletî di vî erkî de hevkariyê bi Herêma Kurdistanê re bikin.

Got jî: Herêma Kurdistanê wek her dem nûmûmeyeke geş a mêvandostî û penageheke aram ji hemû ewên ji tirsa terorê û çewsandinê berê xwe didinê re dimîne.

 

S. B