Li Serê Kaniyê teqîn.. Kuştî û birîndar hene
Li bajarê Serê Kaniyê yê Rojavayê Kurdistanê di teqînekê de herî kêm 27 kes hatin kuştin û birîndarkirin.
K24 - Navenda Nûçeyan
Li bajarê Serê Kaniyê yê Rojavayê Kurdistanê di teqînekê de herî kêm 27 kes hatin kuştin û birîndarkirin.
Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan belav kir, îro danê sibê teqînek bi riya motorsîkleke bombekirî li nava bajarê Serê Kaniyê hate kirin.
Li gor zanyariyên destpêkê, 8 kes di teqînê de hatine kuştin, ku di nava wan de jinek heye. Herwiha 19 kes jî birîndar bûne.
Roja 23 vê mehê jî li Serê Kaniyê teqînek bi riya otombîleke bombekirî hat kirin û di wê teqînê de jî 4 kes hatibûn kuştin û gelek kes jî birîndar bibûn.
Li herêmên Kurdî yên ji aliyê artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar ve hatine dagîrkirin wek Efrîn, Girê Spî û Serê Kaniyê her car teqîn tên kirin û xelkê sivîl dibin qurbanî.
S. B