Li Îraqê 78 kesên din bi sedema Koronayê canên xwe ji dest dan
Wezareta Tenudristîya Îraqê amara Koronayê di 24 demjimêrên burî de li seranserî Îraqê bi Herêma Kurdistanê ve jî belav kir.
K24- Hewlêr
Wezareta Tenudristîya Îraqê amara Koronayê di 24 demjimêrên burî de li seranserî Îraqê bi Herêma Kurdistanê ve jî belav kir.
Li gor ragehandina Wezareta Tenduristîya Îraqê di 24 demjimêrên burî de, 2,459 haletên tûşbûnê bi Koronayê hatine tomarkirin. Herweha 78 kesan jî bi Vayrosa Koronayê canên xwe ji dest dane.
Wek di ewê ragehandinê de hatîye, hevdem 1,900 haletên başbûnê ji wê nexweşîyê hatine tomarkirin.
Heya niha hejmara ew kesên tûşî Koronayê bûne gehiştîye 110 hezar û 32 haletan. Ji evê hejmareyê jî 4 hezar û 462 kesan bi Vayrosa Koronayê canên xwe ji dest dane. 75 hezar û 217 kes jî bi temamî baş bûne. Niha 30 hezar û 453 kes di nexweşxaneyan de ne li jêr çavdêrîya pizîşkî. Ji evê hejmareyê jî 433 kes bi sedema neakincîya tenduristîyê dibin çavdêrîya çir de ne.