Ûmêd Xoşnaw: Di her kawdanekê de be sube Perleman rûniştina xwe encam dide
Ûmêd Xoşnaw, serokê firaksyona Partîya Demokrata Kurdistanê (PDK) di perlemana Kurdistanê de derbarê destpêkirina rûniştinên perlemanê bi Kurdistan24 re ragehand, evro li ser daxwaza firaksyona Yekêtîya Nîştîmanîya Kurdistanê (YNK) civîn bo dema 24 demjimêran hat gîrokirin, lê sube di her kawadanekê de be civîn dê bihêt encamdan.
K24- Hewlêr

Ragehand jî: Seroka Perlemanê dem û karnameya rûniştinê bo perlemantaran şandîye, ev jî amajeyeka başe ku sube firaksyona YNKyê pişikdarîyê dikin.
Biryar bû evro civîna Perlemana Kurdistanê birêve biçe, lê li ser daxwazîya YNKyê bo sube demjimêr 11:00yê sipêdeyê hat dawîxistin.