Zelalkirinek ji nivîsngeha serokê hikumeta Herêma Kurdistanê

Nivîsîngeha serokê hikumeta Herêmê zelalkirinek derbarê rûniştina Perlemana Kurdistanê belav kir û têde rastî ya mijar û hewlên Mesrûr Barzanî, serokê hikumeta Herêma Kurdistanê û Bafil Telebanî hevserokê Yekêtîya Nîştîmanîya Kurdistanê bo çareserkirina wê arîşeyê aşkera kir.

K24- Hewlêr

Deqa zelalkirinê :

Girêdayî wan arîşeyên ku hebûn derbarê civîna Perlemana Kurdistanê, hinek nûçe û şiroveyên nerast di mêdyayan de belav bûne.

Rastîya mijarê weha ye, di dema peywendîyeka telefonî de di navbera rêzdaran Mesrûr Barzanî, serokê hikumetê û Bafil Talebanî, hevserokê Yekêtîya Nîştîmanîya Kurdistanê, ew arîşe hate gengeşekirin û birêz Bafil Talebanî daxwaz kir civîna Perlemanê bihêt bi dawîxistin bo dema 24 demjimêran bê ti merc. jibo delîve bo serkirdatîya herdû alîyan hebe daku bighin têgehişineka hevpişik. Ev bi daxwazîyeka pesind hat zanîn û bi danûstan di navbera serokatîya Perlemanê û serkirdatîya herdû alîyan civîna Perlemanê bo 24 demjimêran hat dawîxistin bê ti merc û delîve hate dan di wê demê de, asteng û arîşe bihên çareserkirin.

Bi hêvîya wê yekê ku tevaya alîyan bi berpisyarî reftarê li gel evê mijarê bikin û bi arasteya çareserkirinê nûçe û şiroveyan veguhêzin.

Nivîsîngeha serokê Hikumeta Herêma Kurdistanê