Serbazgeha Seqer li Başûrê Bexda teqî
Di beyannameyekê de supayê Îraqê ragehand, dû teqînên mezin rûdan li embara çek û teqemenîya serbazgeha Seqer a Taybet bi polîsên Fedral û giropên çekdar li başûrê Bexdayê.
K24- Hewlêr
Di beyannameyekê de supayê Îraqê ragehand, dû teqînên mezin rûdan li embara çek û teqemenîya serbazgeha Seqer a Taybet bi polîsên Fedral û giropên çekdar li başûrê Bexdayê.
Piştî teqînê jî di daxuyanîyekê de, şane ya ragehandina ewlhîyê li Îraq aşkera kir, teqîna wê serbazgehê ku dikeve devera Seyîdîye li ser rêya serekî ya Hile- Bexda bi sedema xirab embarkirina çek û teqemenîyan û bilindbûna pileyên germîyê bûye.
Li gor zanyarîyan heya niha ew teqîn nehatîye kontirolkirin û tîmên endazyarîyê û berevanîya şaristanîyê li nêzîk wê sebazgehê ne.
Wek hatîye ragehandin jî, ew bûyer evro li demjmêr 6:40 êvarîya rûda ye û ew embar ji alîyê polîsên fedral û girûpên çekdar ve bo embarkirina çek û teqemenîyan dihate bikarhînan.