Firokeyên Tirkiyê dû otombêl li sinûrê parêzgeha Duhokê kirin armanc
Evro firokeyên Tirkiyê li dirêjahîya burdûmanên xwe de bo deverên sinûrî yên Herêma Kurdistnaê, dû otombêl li sinûrê parêzgeha Duhokê, li nêzîk gundê Hestpîrka ya ser bi nahye ya Bamernê, li sinûrê qeza ya Amêdîyê kirin armanc.
K24- Hewlêr

Nûçegehanê Kurdistan24ê li wê deverê ragehand, di wê burdûmanê de, herdû otombêlên ku ji corên Toyota pîkab û Hiyonda Senatafê bûn bi temamî şewitîn.
Got jî: Di dema bi armanckirina wan de tevaya wan kesên di nav wê otombêlê de bûn şewitîn û hejmara wan kesan di otombêlê de şewtîne nehatîye zanîn.
Got jî: Di wê burdûmanê de, hevwelatîyekê sivîl bi navê Dilovan Şahîn, xelkê devera Gulî canê xwe ji dest da û yek dî jî canê xwe ji dest daye, lê nasnemya wî nedyare.
Dema çend mehane bi sedema hebûna gerîlayên Partîya Karkerên Kurdistanê (PKK) li deverên sinûrî yên Herêma Kurdistnaê, supayê Tirkiyê operasyonên xwe li wan deveran zêde kirine û bi wê sedemê jî heya niha bi dehan gundên ser sinûr ji alîyê Herêma Kurdistanê ve hatine çolkirin.
.jpg)
.jpg)