Li Efrînê teqînek çê bû û kuştî û birîndar hene
Li nava bajarê Efrînê ve bombeyek teqiya û di encamê de zarokekî canê xwe jidest da û hejmarek kes birîndar bûn.
K24 – Navenda Nûçeyan
Li nava bajarê Efrînê ve bombeyek teqiya û di encamê de zarokekî canê xwe jidest da û hejmarek kes birîndar bûn.
Jêderekî ji Efrînê ji K24ê re ragihand, îro danê êvarê bombeyek li nava bajêr li ser riya Cindirêsê teqiya û di encamê de zarokî canê xwe jidest da, 4 kes birîndar bûn.
Ev di demekê de yê, îro danê sibê jî li bajarê Serê Kaniyê teqînek bi riya motorsîkleke bombekirî hate kirin û di encamê de 8 kes di teqînê de hatine kuştin û 19 kes jî birîndar bûne.
Li herêmên Kurdî yên ji aliyê artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar ve hatine dagîrkirin wek Efrîn, Girê Spî û Serê Kaniyê her car teqîn tên kirin û xelkê sivîl dibin qurbanî.
S. B