Wezareta Tenduristîyê mercên geştkirinê li forokexaneyên Kurdistanê belav dike

Wezareta Tenduristîya Hikumeta Herêma Kurdistanê mercên geştkirinê li firokexaneyên Herêmê belav dike. Li gor wan mercan, pêwîste berî geştkirinê, bo dema 48 heya 72 demjimêran serdana firokexaneyê bikin û li cihên taybet pişkinînê encam bidin. Ewên ku ji derve jî seredana Herêmê dikin, her di firokexaneyan pişkinîn bo wan dihête encamdan.

K24- Hewlêr

Merceka dî ya Wezareta Tenduristîyê bo wan hevwelatîyên dixwazin bi rê ya firokexaneyên Herêmê ve geştê bikin, ewe ku divê pabendî keristeyên xweparêzîyê ji Vayrosa Koronayê bin. Bo evê mebestê jî rêveberîyên parêzgehên Hewlêr û Silêmanîyê hatine raspartin daku tîmên taybet bi pişkinîna geûtyaran li firokexanayan danin, ku bo her geştekê 7 karmendên tenduristîyê pêwîst in.

Ev di demekê de ye, li 23yê evê mehê, geştên asmanî li firokexaneyên Îraqê hatin destpêkirin, lê bi sedema neamdeyê, despêkirina geştan li firokexaneyên Herêma Kurdistanê bo yekê maha dahatî hat paşxistin.