Hêmin Hewramî: Sube bi amadebûna hejmareka wezîran rûniştina Perlmanî dihêt encamdan

Hêmin Hewramî, cêgirê seroka Perlemanê Kurdistanê ragehand, îradeyek heye hewil dide Perlemana Kurdistanê ji kar bixe, dixwaze arîşe û rikarberîyên sîyasî bişîne di nav Perlemanê de. Li beranber îradeyeka bihêztir heye bo ji karnexistina perlemanê û berdewamîya wê. Got jî sube, demjimêr 11yê sipêdeyê, Perlemana Kurdistanê dê bicive û bernameya karê xwe bi amadebûna hejmareka wezîran cêbicê dike.

K24- Hewlêr

Di dîdarekê de li gel Kurdistan 24ê, Hêmin Hewramî ragehand, Perleman karê xwe yê asayî dike. Vegera yasayî û nîştîmanîye bo hemû pirsên giring. Perleman bi tenê mulkê yek firaksyonê nîne, mulkê tevaya firkasyonan e. 16 firaksyon di Perlemanê de hene. Her sê seroaktî qewareya destûrî ya Herêma Kurdistanê pêkdihînin. Nabe rikaberîya di navbera dû firkasyonan de yan dû partîyên sîyasî de bandora ji karxistinê bike ser Perlemana Kurdistanê û tevaya erkên Perlemanê bixe.

Got jî: Niha ku em diaxivîn, danûstanên Partîya Demorkrata Kurdistanê (PDK) û Yekêtîya Nîştîmanîya Kuridistanê berdewame û hêvîya me ewe em hemû bi hev re, Herêma Kurdistanê di evê qonaxê de derbazî bikin, neku stû şikandin û xal tomarkirinê bikin. Çunku heke em serkevin, em hemû serkevtîne û heke zîyan bigehe me, zîyan bi hemûyan dikeve.

Derbarê karnameya sube ya Perlemanê, Hêmin Hewramî got: Di civînê de ev mijarên hanê dihên pêşkeşkirin: pirojeyeka hikumetê li ser desteberkirina mafên fermanberan, vexîndina yekem bo sê pêşnyaze yasayên firkasyonan, pesindkirina destvkişandina perlemantarekê Kurdistanê. vexwîndina raporta Komîteya Hevpişka Pêşmerge û deverên Kurdistanî li ser rewşa deverên Kurdistanîyên derve ya rêvebrîya Herêmê û peywendîyên Îraq û Herêma Kurdistanê li ser wan deveran.

Behsa wê yekê jî kir, ew rûniştin bi madebûna wezîrê Pêşmerge, wezîrê navxwe, wezîrê Herêmê bo karûbarên danûstanan, wezîra Herêmê bo karûbarê Perlemanê û serperiştyarê demkî yê Desteya deverên Kurdistanê birêve diçe.