2 haletên pêketina bi Koronayê li Rojavayê Kurdistanê hatin tomarkirin
Rêveberiya Xweser pêketina 2 kesên di bi vîrusa Koronayê li Rojavayê Kurdistanê ragihand.
K24 – Navenda Nûçeyan
Rêveberiya Xweser pêketina 2 kesên di bi vîrusa Koronayê li Rojavayê Kurdistanê ragihand.
Hevserokê Desteya Tendirustiyê ya Rêveberiya Xweser Ciwan Mistefa ragihand, 2 haletên pêketina bi vîrusa Koronayê hatin tomarkirin.
Diyar kir jî, herdu halet jin in, yek li bajarê Hesekê û ya din jî li bajarê Dêrikê hatiye tomarkirin. Ew herdu halet jî di bin çavdêriya bijîşkî de ne.
Bi vî awayî, hejmara haletên pêketina bi Koronayê li Rojavayê Kurdistanê hatine tomarkirin, gihîştiye 8 kesan û heta niha ti haletên mirinê nehatine tomarkirin.
S. B