Çekdarên ser bi Tirkiyê ve 6 welatiyên Efrînê revandin

Grûpên çekdar ên ser bi artêşa Tirkiyê ve bi tometa pêwendiyên wan bi Rêveberiya Xweser re hebûn, 6 welatî ji bajarê Efrînê revandin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Grûpên çekdar ên ser bi artêşa Tirkiyê ve bi tometa pêwendiyên wan bi Rêveberiya Xweser re hebûn, 6 welatî ji bajarê Efrînê revandin.

Rêxistina Mafên Mirovan di raportekê de balav kir, grûpa Polîsa Leşkerî welatiyê bi navê Ehmed Ehmed Reşîd dema çûbû serdana merivekî xwe li zîndana ser riya Maratê bike, ew bi tometa ku berê pêwendiya wî bi Rêveberiya Xweser re hebû, revand.

Wê rêxistinê diyar kir, grûpa Sultan Silêman “Emşat” roja 22ê vê mehê 3 kesên bi tometa pêwendiya bi Rêveberiya Xweser re, ji gundê Tirmûşa revandin.

Diyar kir jî, navên kesên hatine revandin Îmad Hesen Elî, Fewzî Nûrî Hesen û Ebdîn Ehmed Xelîl in, ku pêştir jî ew bi wê tometê hatibûn revandin û piştî dana pereyan hatibûn berdan.

Rêxistina Mafên Mirovan belav kir jî, çekdarên grûpa Polîsa Leşkerî pêr 25ê vê mehê parêzer Luqman Henan revand û heta niha çarenivîsa wî nediyar e.

Da zanîn jî, heman grûpa çekdaran a bi navê  Polîsa Leşkerî roja 23ê vê mehê welatiyê bi navê Ehmed Mihemed Qenber bi tometa pêwendiya bi Rêveberiya Xweser re ji bajarê Efrînê revand û heta niha çarenivîsa wî ne diyar e.  

ji dema dagîrkirina Efrînê ji aliyê artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar ve, bi hezaran welatiyên Kurd bi tometên ku pêwendiya wan bi Rêveberiya Xweser re hebûn hatine revandin, eşkencedan û pere jî ji wan hatine standin. Heta niha çarenivîsa beşeke mezin ji wan revandiyan ne diyar e.

 

S. B