Li Bexdayê xwepêşandanan destpê kir û xwepêşanderek hat kuştin
Ji ber nebûna elektirîkê û xizmetguzariyên sereke, xwepêşandan li hejmarek bajarên Iraqê destpê kirin û li Bexdayê jî xwepêşanderek hat kuştin.
K24 – Navenda Nûçeyan
Ji ber nebûna elektirîkê û xizmetguzariyên sereke, xwepêşandan li hejmarek bajarên Iraqê destpê kirin û li Bexdayê jî xwepêşanderek hat kuştin.
Bi hezaran welatiyên Bexdayê li meydana Tehrîr a Bexdayê kom bûn û li dijî nebûna elektirîkê û xizmetguzariyên sereke xwe pêşan dan. Hêzên ewlehiyê jî rûbirûyî xwepêşanderan bûn û di encamê de xwepêşanderek hat kuştin û 7 xwepêşander jî birîndar bûn.
Derbarê kuştin û birîndarkirina xwepêşanderan de, Berdevkê Serbazî yê Serokwezîrê Iraqê, Yihya Resûl daxuyaniyek belav kir û tê de tekezî li parastina jiyana xwepêşanderan kir.
Hejmarek ji çalakvanan li tora civakî belav kirin û biryar dan, îro jî xwepêşandanên xwe berdewam bikin û nerazîbûnên xwe nîşan bidin.
S. B