Li Kobaniyê gera çavdêriyê ya Rûsî – Tirkî birêve çû
Hêzên Rûsî û Tirkî gereke din a çavdêriya hevbeş li rojavayê Kobaniyê kirin.
K24 – Navenda Nûçeyan
Hêzên Rûsî û Tirkî gereke din a çavdêriya hevbeş li 8 gundên rojavayê Kobaniyê kirin.
Peyamnêrê K24ê li Kobaniyê da zanîn, îro gereke çavdêriya ya hevbeş a hêzên Rûsî û Tirkî li 8 gundên rojavayê Kobaniyê birêve çû.
Da zanîn jî, di gera çavdêriyê de 4 zirîpoşên Tirkî, 4 zirîpoş Rûsî beşdar bûn û herwiha 2 helîkopterên Rûsî ji esman ve çavdêrî dikin.
Li gor rêkeftina Serokê Rûsya Vladîmîr Putîn û Serokomarê Tirkiyê Recep Teyip Erdogan roja 22 Cotmeha sala bûrî li bajarê Soçî yê Rûsî, hêzên Rûsî û Tirîkî hejmarek gerên çavdêriyê yên hevbeş li bajar û bajarokên Rojavayê Kurdistanê dikin.
S. B