Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê pêşwazî li Hevserokê YNKê Bafil Talebanî dike
Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro pêşwazî li Hevserokê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Bafil Talebanî û şanda pê re kir.
K24 – Navenda Nûçeyan
Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro pêşwazî li Hevserokê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Bafil Talebanî û şanda pê re kir.
Di hevdîtinê de, guftûgo di derbarê rewşa Herêma Kurdistanê û piştevaniya li Hikûmeta Herêma Kurdistanê de hatin kirin.
Hevserokê YNKê tekezî li wê kir, YNKê piştevaniyê li Hikûmeta Herêma Kurdistanê dike. Got jî, nabe pirsgirkên aliyên siyasî li dam û dezgehên hikûmî reng bide û pêwîst e hemû alî bi sîngfirehî hevkar bin, ji bo bi danûstandinan hemû pirsgirêk bêne çaresekirin, çunkû hemû destkeftên me, encamên yekrêzî û tebayîya me bû. Ji ber wê her hewlekê didin hevkar bin ji bo rewşên dijwar û qeyranan derbas bikin.
Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê amaje bi wê da, xelkê Herêma Kurdistanê ji bilî xweragiriya dijwariyan, ji girjiyên navxweyî nîgeran in û çaverê ne alî rewşeke siyasî ya lêhatî peyda bikin. Got jî, Hikûmeta Herêmê, hikûmeta hemû Herêma Kurdistanê ye û pêwîst e tevahiya aliyên tê de beşsar bûne, piştevaniyê li karnameya hikûmetê bikin, ji ber ku bernameya kabîneya nehem, bernameya hevbeş a aliyên beşdarên nava hikûmetê ye.
Serokê Hikûmetê tekezî li wê kir, Hikûmeta Herêma bi hemû karînên xwe kar dike, ji bo vê rewşa aborî û tendirustî ya nexwastî derbas bike û rewşa jiyanê û guzariyên welatiyan baştir bike, ji bo vê armancê jî, li benda piştevaniya hemû aliyan e.
S. B