Topxaneya Tirkiyê devera Biradost topbaran kir
Topxaneya Tirkiyê careke din îro gundên Qurnan û Mêrgereşê li devera Biradost a ser bi bajarokê Sîdekanê ve topbaran kirin.
K24 – Navenda Nûçeyan
Topxaneya Tirkiyê careke din îro gundên Qurnan û Mêrgereşê li devera Biradost a ser bi bajarokê Sîdekanê ve topbaran kirin.
Rêvebirê Nahiya Sîdekan Îhsan Çelebî ji K24ê re ragihand, topxaneya Tirkiyê îro berî nîvro careke din gundê Qurnan û Mêrgereşê topbaran kirin.
Ragihand jî, her çend e ziyanên canî nebûn, lê ji encama topbaranê agir bi dar û daristanên navçeyê ketiye û heta niha jî nehatiye vemirandin.
Amaje bi wê da, PKK û Tirkiyê ew dever kirine meydana şer û yekalîkirina pirsgirêkên xwe û xelkê sivîl baca wî şerî dide. Got jî: Heta ji koma niha 264 gundê Sîdekanê, 118 gund vala bûne û nehatine avedankirin û metirsî li ser 20 gundên din jî heye ku vala bibin.
S. B