Mesrûr Barzanî: Dayika Ayişe nimûneya xweragirî û qurbanîdanê bû

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî bi boneya koça dawiyê ya dayika Ayişe, dayika sê şehîdên şerê teroristên DAIŞê û ya bi navê Dayika Şehîdan naskirî ye, peyameke serxweşiyê belav kir û ragihand, dayika Ayişe nimûneya xweragirî û qurbanîdanê bû.

K24 – Navenda Nûçeyan

Di peyama Serokê Hikûmetê de hat: Bi mixabiniyeke mezin, me nûçeya koça dawiyê ya dayika Ayişe me bihîst, ku dayika sê şehîdên qehreman ên Kurdistanê û nimûneya xweragirî û qurbanîdanê bû. Pirse û serxweşiya germ li malbata wê ya birêz radigihînin. Xwedêyê mezin giyana wê bi bihuştê şad bike û aramî û dilniyayê bi kesûkarê wê bibexişe.

S. B