Biraziya Salih Muslim hat azadkirin
Dalya Mehmûd Muslim, biraziya Salih Muslim hat azadkirin.
K24 – Navenda Nûçeyan
Dalya Mehmûd Muslim, biraziya Salih Muslim îro li dadgehê hat azadkirin.
Şervana YPJê Dalya Mehmûd Muslima ku berî çend rojan li Mersîna Tirkiyê xwe radestî hêzên ewlehiya Tirkiyê kiribû, îro piştî derkete pêş dadgehê, hat azadkirin.
Dalya Mehmûd Mûslim a 21 salî, îro 27.07.2020ê destpêkê kontrolên wê yên tenduristiyê hatin kirin û piştre jî ew derket pêşberî dadgehê. Ji aliyê dozger ve lêpirsîn ligel hat kirin û li dadgeha nobedar a Mersînê hat azadkirin.
Piştî Dalya Mehmûd Muslim xwe radestî hêzên ewlehiyê yên Tirkiyê kir, li sosyal medya dengoyeke mezin dirust bû, ji ber wê jî Wezareta Navxwe ya Herêma Kurdistanê ronîkirinek di wê derbarê de belav kir û aşkere kir ku Dalya xwe bixwe radest kiriye.
Wezareta Navxwe di ronîkirineke din de diyar kir, pêwendiya evînê ya Dalya bi kesekî bi navê Selam Yilmaz re hebû û bi riya kefîlekî ku bazirganekî bajarê Duhokê ye bi qaçaxî derbasî Tirkiyê bû û li bajarê Mêrsînê jî xwe radestî polîsan kiriye.
S. B