Wezareta Tenduristîya Îraqê nûtirîn amara haletên Koronayê belav kir

Wezareta Tenduristîya Îraqê ragehand, di 24 demjimêrên burî de, 2 heza û 553 kesên din li seranserî Îraqê bi Herêma Kurdistanê ve jî tûşî Vayrosa Koronayê bûne.

K24- Hewlêr

Wezareta Tenduristîya Îraqê ragehand, di 24 demjimêrên burî de, 2 heza û 553 kesên din li seranserî Îraqê bi Herêma Kurdistanê ve jî tûşî Vayrosa Koronayê bûne.

Herweha di wê ragehandinê de hatîye, di wan demjimêran de 96 kesan jî canên xwe ji dest dane û hezar 927 kes jê ji nexweşîyê baş bûne.

Bi evê yekê jî hejmara tûşbûyên Koronayê li Îraqê gehişte 112 hezar û 585 kesan û ji evê hejmareyê, 4 hezar û 458 kesan canê xwe ji dest dane û 77 hezar û 144 kes jî, ji wê nexweşîyê baş bûne.