“ serokê hikumetê sikala li dijî ti rojnamevanekî tomar nekirîye”

Nivîsîngeha serokê hikumeta Herêma Kurdistanê di zelakirinekê de radigehîne, serokê hikumetê sikala (şikat) ya li ser ti rojnamevanan tomar nekirine.

K24- Hewlêr

Nivîsîngeha serokê hikumeta Herêma Kurdistanê di zelalkirinekê de radigehîne, serokê hikumetê sikala (şikat) ya li ser ti rojnamevanan tomar nekirîye.

Ev jî deqa wê ragehandinê ye:

Serokê hikumeta Herêma Kurdistanê, sikala ya yasayî li dijî ti rojnamevanekî tomar nekirîye, wek hink malperan belav kirine. Ew sikalayên ku hebûne ji alîyê daxwazkarê giştî ve bûne û li ser wan kesan e, ewên di destpêka belavbûna nexweşîya Koronayê û ragehandina kerentîneyê de, guman dixistin ser hebûna wê nexweşîyê û hana xelkî didadn daku serpêçîya rênimayî yên tenduristîyê bikin. Ev mijarê jî tenê peyendî bi daxwazkarê giştî ve heye.

 

Nivîsîngeha serokê hikumeta Herêma Kurdistanê

27/7/2020