Nêçîrvan Barzanî sersaxîyê li malbata “dayika şehîdan” dike
Serokê Hikumeta Herêma Kurdistanê, Nêçîrvan Barzanî di peywednîdyeka telefonî de, sersaxî li malbat û kesûkarên Dayika Ayşe kir, ku bi Daika Şehîdan hatîye naskirin û evro koça dawîyê kir.
K24- Hewlêr
Serokê Hikumeta Herêma Kurdistanê, Nêçîrvan Barzanî di peywednîdyeka telefonî de, sersaxî li malbat û kesûkarên Dayika Ayşe kir, ku bi Daika Şehîdan hatîye naskirin û evro koça dawîyê kir.
Malpera Serokatîya Herêma Kurdistan- Îraq di bwarê de ragehandinek belav kir, eva xwarê jî deqa wê ragehandinê ye:
Êvarîya evro, Dûşembîyê 27/7/2020 Nêçîravan Barzanî, serokê Herêma Kurdistanê di peywendîyeka telefonî de, li gel Xorşîd Ûsman Yusif, kurê Xweda lêxûbûyî Dayika Ayşe, Dayika Şehîdan ku evro koça dawîyê kir, sersaxî li wî, malbat û kasûkarên wê kir.
Nêçîrvan Barzanî tevî derbirîna hevxemîya xwe bo koça dawîya Xweda lêxweşbûyî dayika şehîdan, şînîya dayîka şehîdan bi şînîya xwe zanî û hêvî xwazt xwedayê mezin canê wê bixe ber dilovanî û mihrebanîya xwe û sebir û hedarê jî bide malbat û kesûkarên wê.
Ji alîyê xwe ve, Xurşîd Ûsman Yusif, supasî û pêzanên xwe û malbata dayika şehîdan gehande serokê Herêma Kurdistanê bo wê hevsûzî û hevxemîyê li gel malbata wam.