Peyama behîdarî ya Serok Barzanî ya ji bo koçkirina xwedê jêrazî Perîxan Sîteyî

Serok Mesûd Barzanî, peyameka behîdarîyê arasteya malbata Xwedê jêrazî Perîxan Sîteyî kir.

K24- Hewlêr

Serok Mesûd Barzanî, peyameka behîdarîyê arasteya malbata Xwedê jêrazî Perîxan Sîteyî kir, ev jî deqa wê peymê ye:

 

Bi navê xwedayê mezin û dilovan

Bi xem û kovaneka mezin me xebera oxira dawiyê ya Perîxan Sîteyî dayika sê şehîdên Enfalê bihîst.

Bi vê helkefta xemgîn sersaxî û serxweşiyê li malbat û kesukarên xwedê jêrazî Perîxan Sîteyî dikîn. Ji xwedayê mezin dixwazim ku sebir û hedarê bide kesûkarên rehmetiyê û cihê wê beheşta berîn be.

انا للە و انا الیە راجعون

 

Mesûd Barzanî
27.07.2020