Serokê hikumeta Herêmê sersaxîyê li malbata Dayike Perîxanê dike

Mesrûr Barzanî, serokê hikumeta Herêma Kurdistanê, bi sedema koça dawîyê ya Dayike Perîxan Esed Rêkanî Dayika sê şehîdên enfalkirî peyamek arasteya kesûkar û malbata koçkirî kir.

K24- Hewlêr

Mesrûr Barzanî, serokê hikumeta Herêma Kurdistanê, bi sedema koça dawîyê ya Dayike Perîxan Esed Rêkanî Dayika sê şehîdên enfalkirî peyamek arasteya kesûkar û malbata koçkirî kir.

 

Ev jî deq wê peyamê ye:

Bi kesereka mezin ve me nûçeya koça dawîyî ya Dayike Perîxan Esed Rêkanî bihist ku dayika sê şehîdên Kurdistanê ye. serexeweşîyê li malbata wê ya birêz dikim, Xwedayê mezin canê wê bi beheştê şad bike û aramî û hedarîyê jî bide kesûkarên wê.

 

Mesrûr Barzanî

Serokê hikumeta Herêma Kurdistanê

27/7/2020