Li Minbicê 6 sivîl di êrîşên hêzên Tirkiyê de hatin kuştin
Hêzên Tirkiyê û grûpên çekdar ên ser bi wê ve gundên bakurê Minbicê topbaran kirin û di encamê de 6 welatî hatin kuştin û di nava wan zarok û jin hene.
K24 – Navenda Nûçeyan
Hêzên Tirkiyê û grûpên çekdar ên ser bi wê ve gundên bakurê Minbicê topbaran kirin û di encamê de 6 welatî hatin kuştin û di nava wan zarok û jin hene.
Navenda Ragihandinê ya Encûmena Serbazî ya Minbicê di daxuyaniyekê de ragihand, artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar ji binkeya Tirkiyê ya li gundên Nasir û Olaşlê ve gundên Qurtwêran û Yilanlê li bakurê rojava Minbicê topbaran kirin.
Encûmena Serbazî ya Minbicê diyar kir, di encama topbaranê de 6 welatiyên sivîl hatin kuştin di nava wan de zarok jin hebûn û 6 zarok jî birîndar bûn.
Ji aliyekî din ve, Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan belav kir, heta niha hêzên Tirî û çekdarên ser bi wan ve gundê li bakurê Minbicê armanc dikin û firokeyên çavdêriyê jî li esmanê herêmê digerin.
S. B