Wezîrê Tendirustiyê: Me zêdetir ji 15 milyar Dînar ji bo rûbirûbûna Koronayê xerc kirine
Wezîrê Tendirustiyê yê Herêma Kurdistanê ragihand, ji destpêka belavbûna nexweşiya Koronayê li Herêma Kurdistanê ve, wezareta wî zêdetir 15 milyar Dînar ji bo destnîşankirin, xweparastin û çareserkirina pêketiyên Koronayê xerc kirine.
K24 – Navenda Nûçeyan

Heta niha li Herêma Kurdistanê 12 hezar û 635 pêketiyên Koronayê hatine tomarkirin, ji wê hejmarê jî 8556 kesan baş bûne, 3583 kes li nexweşxaneyan e û 192 hezar û 107 kesan li ser xerciya Wezarta Tendirustiyê test ji wan re hatine kirin.
Wezîrê Tendirustiyê yê Herêma Kurdistanê Dr. Saman Berzincî ku duhî bo Parlemana Kurdistanê hatibû banghêştkirin, raportek derbarê rêkarên wezareta xwe derbarê nexweşiya Koronayê de pêşkêş kiribû.
Wezîrê Tendirustiyê diyar kir, Wezareta Tendirustiyê heta niha 13 milyar û 39 milyar Dînar ji aliyê Serokatiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê li ser 2 qonaxa ji bo nexweşiya Koronayê hatibû terxankirin. Herwiha 5 milyar û 500 milyon Dînar jî ji aliyê Hikûmeta Iraqê ji wan re hatiye terxankirin, lê heta niha hîna 2 milyar Dînar ji wan re nehatine.
S. B