Li Kirmanşanê teqîneke mezin rû da
Li bajarê Kirmanşanê yê Rojhilatê Kurdistanê teqîneke bihêz hate kirin.
K24 – Navenda Nûçeyan
Li bajarê Kirmanşanê yê Rojhilatê Kurdistanê teqîneke bihêz hate kirin.
Ajansa “Reuters” belav kir, li nava komgehên petrolê yên Kirmanşê agir bi sedema teqînekê vêket û hejmarek tenkerên sotemeniyê şewitîn.
Ji aliyekî din ve ajansa “ISNA” ya Îranê got, agir bi 6 tankerên sotemeniyê ket û şewitîn.
Wê ajansê di derbarê ziyanên canî de ragihand, çend kes birîndar bûne, lê ti kesî canê xwe jidest nedaye.
Di heyama du mehên bûrî de, teqîn û agir li nêzîkî binkeyên serbazî yên Îranê, navçeyên pîşesazî û atomî rû dane, rojnameya New York Times jî dibêje, Îsraîl li pişt wan teqînan e.
S. B