Tirkiye gundekî Zaxoyê topbaran dike
Di heyama du rojên bûrî de 20 topên Tirkiyê li gundê Sitevlanê yê ser bi Zaxo ve ketin û ziyaneke madî ya mezin gihand mal û milkên gundiyan.
K24 Navenda Nûçeyan
Di heyama du rojên bûrî de 20 topên Tirkiyê li gundê Sitevlanê yê ser bi Zaxo ve ketin û ziyaneke madî ya mezin gihand mal û milkên gundiyan.
Ji ber berdewamiya şer û aloziyên di navbera gerîlayên PKKê û Tirkiyê de li navçeyên sînorî yên Zaxoyê, di heyama du mehên bûrî de ziyaneke mezin gihîştiye gundiyên wan navçeyan.
Rêvebirê Nahiya Derkarê Zêrevan Mûsa ji K24ê re ragihand, di heyama du rojên bûrî de ji encama ketina 20 topên Tirkiyê li gundê Sitevlanê yê ser bi nahiya Derkarê li Zaxoyê, 40 Donim dar, rez û bexçeyên 21 cotkarên wî gundî şewitîne û ziyanên mezin gihîştine wan û heta niha agir berdewam e.
Operasyona artêşa Tirkiyê li dijî PKKê li navçeyên sînorî, nêzîkî meh û nîvekê berdewam e û heta niha artêşa Tirkiyê bi kûrahiya 14 K.M û firehiya 30 K.M derbasî nava xaka Herêma Kurdistanê û ji ber heman sedemê jî, 34 gund vala bûne, ku 9 gund ji wan ên Kirîstiyanan e.
S. B