Parêzgarê Hewlêrê: Ew dûkanên şewitîn li bazarê Sîm bi biryara serokê hikumetê dê bihên nûkirin

Nivîsîngeha parêzgarê Hewlêrê ragehand, teva ya wan dûkanên li bazarê Sîm, li taxa Kurdistanî, bajarê Hewlêrê li roja Heynî ya burî şewitîn; bi biryara serokê hikumeta Herêma Kurdistanê dê bihên nûkirin.

K24- Hewlêr

Nivîsîngeha parêzgarê Hewlêrê ragehand, teva ya wan dûkanên li bazarê Sîm, li taxa Kurdistanî, bajarê Hewlêrê li roja Heynî ya burî şewitîn; bi biryara serokê hikumeta Herêma Kurdistanê dê bihên nûkirin.

Deqa ragehandina nivîsîngeha parzêgarê Hewlêrê:

Piştî ku li roja Heynî ya Burî, 24/7/2020 bazarê Sîm li taxa Kurdistan, bi sedema agir pêketinê şewitî û zîyan  bi zêdetir ji 230 dukanan ket, birêz parêzgarê Hewlêrê bo çareserkirina arîşeyên zîyan pêketiyan û dokandarên wî bazarî, serdana wir kir û komîteyek bo civîn û gotûnêjan li gel civata wî bazarî hat pêkhînan bo veguhaztina wî bazarî bo cihekê guncayîtir,  heya di gotûbêjan de gehiştin encam, ev biryarên hanê hatin dan:-

  • Bo harîkirina wan kasibkarên ji encama agir pêketinê zîyanmend bûne, herweha daku kar û kasibîyên xelkê neraweste û bikarin di karên xwe yên rojane de berdewam bin, serokê hikumeta Herêma Kurdistanê biryar da li ser erkê hikumeta Herêma Kurdistanê bi awyeka demkî, ew dukanên ku şewitîne bihên nûkirin.
  • Bo veguhaztina wî bazarî û duristkirina bazarekê serdemîyane bi mîkanizmeka guncayî û rezamendîya kasibkaran, rêzdar Mesrûr Barzanî, serokê hikumeta Herêma Kurdistanê, biryar da ew cihê ku bo wan dihêt destnîşankirin, tevaya xizmetguzarîyan wek torên (av, kehreba, qêrkirina cadeyan û berevanîya şaristanî li ser erkê hikumeta Herêma Kurdistanê bdihên dabînkirin.

 

Nivîsîngeha Parêzgeha Hewlêrê

28/7/2020