Li derîyê Pêşabûrê sanahîyan bo vegerana Kurdên Rojava dikin

Hemû ew hevwelatîyên li derîyê Pêşabûrê bi sedema rêkarên berengarbûna Koronayê rê li wan hatibûn girtin, niha sanahîyan di karên wan de dikin daku vegerin Herêma Kurdistanê.

K24- Hewlêr

Hemû ew hevwelatîyên li derîyê Pêşabûrê bi sedema rêkarên berengarbûna Koronayê rê li wan hatibûn girtin, niha sanahîyan di karên wan de dikin daku vegerin Herêma Kurdistanê.

Şewket Berbeharî, rêvevberê derîya Pêşsbûrê di navbera Herêma Kurdistanê û Rojavaya Kurdistanê de bi Kurdistan 24 re ragehand,  hikumeta Herêma Kurdistanê wek sanahîkirin bo Kurdên Rojava, ewê îqama wan li Herêma Kurdistanê hene û bi sedema nexweşîya Koronayê nekaribûn ji Rojavayê Kurdistanê vegerin, niha dikarin vegerin Herêma Kurdistanê.

Berbeharî, şêwaza vegerana xwedî Îqameyan xuya kir û got: Kurdên Rojavayê Kurdistanê, ku îqameya Herêma Kurdistanê hene û akincîyên parêzgehên Hewlêr û Silêmanîyê ne, dikarin li rojên  Dûşembîyan û Çarşembîyan ji derîyê Pêşabûrê ve vegerin Herêmê.

Herweha got jî:  Bi sedema hatina cejna Qurbanê, li roja Pêncşembîyê 30yê evê mehê jî, xwedî îqame yên akincîyên Hewlêr û Silêmanîyê dikarin vegerin nav axa Herêma Kurdistanê.

Rêveberê derîyê Pêşabûr, derbarê Kurdên rojavayê Kurdistanê, ewên Îqameya Herêma Kurdistanê hene û akincîyên parêzgeha Duhokê ne, got: Ew dikarin rojên Yekşembî û Sêşembî vegerin Herêma Kurdistanê.

Di dawîyê dm berbeharî ragehand, li ber rêkarên Tenduristîyê û pişkinînan. Ew rojane tenê dikarin rê bidin 250 kesan daku bikevin nav Herêma Kurdistanê.