Îraqê nûtirîn amara Koronayê belav kir

Wezareta Tenduristîya Îraqê amara bandora Koronayê 24 demjimêrên burî de li seranserî welatî bi Herêma Kurdistanê ve jî belav kir.

K24- Hewlêr

Wezareta Tenduristîya Îraqê amara bandora Koronayê 24 demjimêrên burî de li seranserî welatî bi Herêma Kurdistanê ve jî belav kir.

Li gor ragehandina wezareta Tenduristîtya Îraqê di dema 24 demjimêrên burî de, 2 hezar û 747 kesên din li tûşî Koronayê bûn û 77 kesan jî bi wê sedemê  canên xwe ji dest dane.

Hevdem 3 hezar û 918 haletên başbûnê  hatine tomarkirin.

Heya niha li Îraq 115 hezar û 332 haletên tûşbûnê bi Vayrosa Koronayê hatine tomarkirin. Ji evê hejmarê jî 4 he û 435 kesan canên xwe ji dest dane û 81 hezar û 62 kes jî bi temamî baş bûne.  29 hezar û 735 kes jî di nexweşxaneyan de mane li jêr çavdîrya pizîşkî ne.