Serok Barzanî sersaxîyê li Şêx Mehmûd Hefîdzade die

Di ragehandinekê de, baregeha Barzanî ragehand, evro bi boneya koça dawîyê ya Şewboxan Tahîr Begê Baban, serok Barzanî bi rêya telefonê ve sersaxî li Şêx Mehmûd Hefîdzade kir.

K24- Hewlêr

Di ragehandinekê de, baregeha Barzanî ragehand, evro bi boneya koça dawîyê ya Şewboxan Tahîr Begê Baban, serok Barzanî bi rêya telefonê ve sersaxî li Şêx Mehmûd Hefîdzade kir.

Deqa ragehandina baregeha Barzanî:

Evro Sêşembîyê 28/7/2020 serok Barzanî bi rê ya telefonê ve, bo koça dawîyê ya Şewboxan Tahîr Begê Baban, sersaxî li Şêx Mehmûd Hefîdzade kir.

Serok Barzanî hev xemîya xwe bi birêz Şêx Mehmûd Hefîdzade û tevaya malbata Xweda lêxweşbûyî ragehand û hêvî xwazt dawî xema malabata wan be.

Birêz Mehmûd Hefîdzade bi navê xwe û malbata koçkirî supasî û pêzanînên xwe bi Serok Barzanî re ragehand.