Peyameka sersaxîyê ji serokê hikumeta Herêma Kurdistanê ve

Di peyamekê de, bi sedema koça dawî ya Cîhan Reşîd Sindî, şêwermenda Civata Wezîran, Mesrûr Barzanî, serokê hikumeta Herêma Kurdistanê sersaxî li malbata koçkirî kir.

K24- Hewlêr

Di peyamekê de, bi sedema koça dawî ya Cîhan Reşîd Sindî, şêwermenda Civata Wezîran, Mesrûr Barzanî, serokê hikumeta Herêma Kurdistanê sersaxî li malbata koçkirî kir.

Deqa peyama serokê hikumetê:

Bi kesereka mezin ve, me nûçeya koça dawî ya Xanim Cîhan Reşîd Sindî şêwermenda Civata Wezîran bihîst. Sersaxîyê li malbata wê ya birêz dikim. Xwedayê mezin wê bi behşeta xwe şad bike û aramî û hedarîyê bi kesûkarên wê bide.

Mesrûr Barzanî

Serokê hikumeta Herêma Kurdistanê 28/7/2020