Li Qamişlo Eniya Aştî û Azadiyê hat avakirin

Li Rojavayê Kurdistanê bi armanca avakirina Sûriyayeke demokratîk nenavendî û tê de mafên hemû pêkhateyan parastî be, Eniya Aştî û Azadiyê di navbera hêzên Kurdî, Erebî û Siryanî de hat ava kirin.

K24 –Navenda Nûçeyan

Li Rojavayê Kurdistanê bi armanca avakirina Sûriyayeke demokratîk nenavendî û tê de mafên hemû pêkhateyan parastî be, Eniya Aştî û Azadiyê di navbera hêzên Kurdî, Erebî û Siryanî de hat ava kirin.

Şeva bûrî li bajarê Qamişlo civînek bi beşdariya Encûmena Niştimanî ya Kurdî (ENKS), Rêxistina Asûrî ya Demokratîk, Teyar El Xed (Şepêla Pêşerojê ya Sûrî Encûmena Erebî li Cizîr û Ferêt birêve çû û tê de damezirandin Eniya Aştî û Azadiyê hat ragihandin.

Di daxuyaniya damezirandina Eniya Aştî û Azadiyê de hat: “Ji encama nerîn û helwestên nêzîkî hevdu û karê hevbeş di qonaxa bûrî de, ENKS, Rêxistina Asûrî ya Demokratîk, Teyar El Xed (Şepêla Pêşerojê ya Sûrî Encûmena Erebî li Cizîr û Ferêt di çend mehên bûrî de zîncîreyeke hevdîtin bi armanca hevrêzîkirina kedan, dîtina çareseriyeke siyasî û rizgarkirina Sûriyê ji krîza metirsîdar, encam dan.

Diyar kir jî, ji encama wan civîn û hevdîtan û bi armanca xizmetkirina gel û doz wî û baweriya bi karê hevbeş û hevpeymaniyê ji bo Sûriyayeke baştir, damezirandina Eniya Aştî û Azadiyê roja 28ê Tîrmeha 2020an di civîneke berfireh de hat ragihandin.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin: “Eniya Aştî û Azadiyê, hevpeymaniyeke siyasî di navbera hêzên Sûrî yên hewl didin sîstemeke firehalî, nenavendî ava bikin de ye, ku tê de rûmet û azadiya Sûriyan tê parastin û ti cihê teror, tundûtûjî û dûrxistinê jî tê de tune ye.

Radigihîne jî: “Eniya Aştî û Azadiyê li gor armancên ji xwe re danîne, hewl dide diyalog û danûstandinê bi hemû aliyên opozîsyona Sûriyê re bike û piştevaniyê li kedên opozîsyona niştimanî û aliyên herêmî û navdewletî de dike, bi arasteya bidawîanîna êş û azarên Sûriyan, bi riya çareseriyeke siyasî ya giştgîr û li gor biryarên navdewletî.

Ev hevpeymaniya nû hatiye ragihandin tekez dike jî: Ev hevpeymanî bandorê li berdewamiya aliyan di çarçove û platformên siyasî yên opozîsyona Sûriyê de nake, belkû karê wê di çarçoveya kedên wan de berdewam dibe.  

Eniya Aştî û Azadiyê kar ji bo avakirina bingeha destûrî ya nû ji Sûriyê re dike û taybetmendiyên hemû pêkhateyên Sûriyê û mafên wan ên demokratîk li ber çav digire, bi armanca gihîştina bi dewletekê ku tê de mafên welatiyan, azadî, dadperwerî û wekhevî parastî be û baweriyê bi perensîpa (Sûriye welatê hemûyan e û cihê hemûyan lê heye) dike.

Li gor di daxuyaniyê de hatiye: Eniya Aştî û Azadiyê piştevaniyê li çareseriya siyasî li Sûriyê li gor biryarên navdewletî û bi taybet biryara Encûmena Asayişa Navdewlet 2254 û daxuyaniya Cenêv 1 dike, ji bo daxwaza gel a veguherîna demokratîk bo sîstemekê, ku rêzê li mafên mirovan digire, serweriya yasayê û bikaranîna desthilatê bi awayekî aştiyane gerentî dike û yekperçeyîya xaka Sûriyê diparêze, bicih bike.

 

S. B