Îranê sizaya 8 sal û 8 meh zîndan da 3 çalakvanên Rojhilatê Kurdistanê
Li bajarê Sinê yê Rojhilatê Kurdistanê 3 çalakvan û jîngehparêzên Kurd hatin sizadan.
K24 – Navenda Nûçeyan
Li bajarê Sinê yê Rojhilatê Kurdistanê 3 çalakvan û jîngehparêzên Kurd ji aliyê dadgehê ve hatin sizadan.
Malpera “Hingaw” a mafên mirovan belav kir, ji koma 10 çalakvan û jîngehparêzên ku di heyama bûrî de li bajarê Sinê dihatin dadgehkirin, dadgehê siza da 3 kesan.
Diyar kir jî, rojnamevan Amanc Qurbanî, fermanberê îdar yê jîngehpariya Kamyaran Fazil Qeytasî û endamê Partiya Yektiya Milî Sîrwan Qurbanî bi koma 8 sal û 8 mehan zîndan hatin sizadan.
Ew sê çalakvanên Kurd ên Rojhilatê Kurdistanê ligel 7 kesên bi tometa “hewldanên li dijî ewlehiya welat” hatin dadgehkirin.
Ev di demekê de ye, tenê di vê mehê de, dadgehên Îranê 30 meh zîndan, lêdana 250 qamçiyan û baca 250 milyon Tumen li ser 10 welatiyên Kurd ên bajarê Banê sepandibû.
Dadgeheke din a Îranê jî bi tometa ku di xwepêşandanan de beşdar bûne û wêneya Qasim Suleymanî şewitandine, cezaya koma 16 sal zîndan li 3 ciwanên Kurd ên bajarê Banê spandibû.
Herwiha Dadgeha Şoreşê ya Îranê li bajarê Sinê jî, 10 sal zîndan li mamosteya zimanê Kurdî û berpirsa Encûmena Fermangeha Komelaya Nûjîn Zara Mihemedî sepandibû.
S. B