Li Serê Kaniyê teqînek çê bû û zarokek hat kuştin

Li bajarê Serê Kaniyê yê Rojavayê Kurdistanê teqînekê rû da û di encamê de qurbanî hene.

K24 – Navenda Nûçeyan

Li bajarê Serê Kaniyê yê Rojavayê Kurdistanê teqînekê rû da û di encamê de zarokekî canê xwe jidest da.

Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan belav kir, duhî êvarê motorsîklek bombekirî li nêzîkî nexweşxaneya Niştimanî ya bajarê Serê Kaniyê teqiya.

Çalakvanan jî diyar kirin, di wê teqînê de zarokekî 16 salî canê xwe jidest da û 3 kesên din birîndar bûn, birîna kesekî jî giran e.

Berî 3 rojan jî li Serê Kaniyê motorsîkleke bombekirî teqiya û di encamê de herî kêm 8 kes hatin kuştin û 19 kes jî birîndar bûn.

 

S. B