Wezîrê Navxwe yê Iraqê gihîşt Hewlêrê

Wezîrê Navxwe yê Iraqê Osman Xanimî gihîşt Hewlêrê û di yekem civînên xwe de bi Wezîrê Navxwe yê Herêma Kurdistanê Rêber Ehmed dicive.

K24 – Navenda Nûçeyan

Wezîrê Navxwe yê Iraqê Osman Xanimî gihîşt Hewlêrê û di yekem civînên xwe de bi Wezîrê Navxwe yê Herêma Kurdistanê Rêber Ehmed dicive.

Peyamnêrê K24ê da zanîn, Wezîrê Navxwe yê Iraqê di civîna bi Wezîrê Navxwe yê Herêma Kurdistanê re guftûgoyê li ser 2 pirsên sereke dike. Pirsa yekem, ewlehî û asayişa navçeyên Kurdistanî yên li derveyî îdareya Herêma Kurdistanê ye, ku dixwaze hevahengî di navbera herdu aliyan li wan navçeyan hebe.

Pirsa duyem jî ew e, hejmarek ji fermangehên ser bi Wezareta Navxwe ya Iraqê li Herêma Kurdistanê hene û demek e hin pirsgirêk lê hene, Wezîrê Navxwe yê Iraqê jî di derbarê wan pirsgirêkan de guftûgoyan dike.

 

S. B