Rêveberiya Xweser qedexeya çûnûhatinê bo rojên cejnê radigihîne
Rêveberiya Xweser ji bo rêgirtina li belavbûna vîrusa Koronayê, qedexeya çûnûhatinê bo heyama 10 rojan radigihîne û yekem roja cejna Qurbanê ve ji destpê dike.
K24 – Navenda Nûçeyan
Rêveberiya Xweser ji bo rêgirtina li belavbûna vîrusa Koronayê, qedexeya çûnûhatinê li herêma Cizîrê bo heyama 10 rojan radigihîne û yekem roja cejna Qurbanê ve ji destpê dike.
Hevserokatiya Encûmena Cibicîkar a Rêveberiya Xweser di daxuyaniyekê de, bi sedema derketina haletên nû yên pêketina bi vîrusa Koronayê û ji bo rêgirtina li belavbûna wê ya zêdetir, biyarên nû derkirin:
1- Qedexeya çûnhatinê li herêma Cizîrê tê sepandin, biryara qedexeyê dê piştre ji aliyê Rêveberiya Herêma Cizîrê ve derkirin.
2- Çûnûhatin bi yekcarî di navbera herêma Cizîrê û herêmên din de tê qedexekirin, tenê rê ji bo tevgera bazirganiyê tê dayîn.
3- Kombûn bi awayekî giştî tên qedexekirin (kombûnên werzişî, kombûnên cejnê. Melavangeh, qehwexane)
4- Tevgera basên giştî yên navxweyî di hundir bajaran de tê qedexekirin.
5- Dema vê biryarê 10 roj in û ji yekem roja cejna Qurbanê destpê dike.
S. B