Rêveberiya Xweser qedexeya çûnûhatinê bo rojên cejnê radigihîne

Rêveberiya Xweser ji bo rêgirtina li belavbûna vîrusa Koronayê, qedexeya çûnûhatinê bo heyama 10 rojan radigihîne û yekem roja cejna Qurbanê ve ji destpê dike.

K24 – Navenda Nûçeyan

Rêveberiya Xweser ji bo rêgirtina li belavbûna vîrusa Koronayê, qedexeya çûnûhatinê li herêma Cizîrê bo heyama 10 rojan radigihîne û yekem roja cejna Qurbanê ve  ji destpê dike.

Hevserokatiya Encûmena Cibicîkar a Rêveberiya Xweser di daxuyaniyekê de, bi sedema derketina haletên nû yên pêketina bi vîrusa Koronayê û ji bo rêgirtina li belavbûna wê ya zêdetir, biyarên nû derkirin:

1- Qedexeya çûnhatinê li herêma Cizîrê tê sepandin, biryara qedexeyê dê piştre ji aliyê Rêveberiya Herêma Cizîrê ve derkirin.

2- Çûnûhatin bi yekcarî di navbera herêma Cizîrê û herêmên din de tê qedexekirin, tenê rê ji bo tevgera bazirganiyê tê dayîn.

3- Kombûn bi awayekî giştî tên qedexekirin (kombûnên werzişî, kombûnên cejnê. Melavangeh, qehwexane)

4- Tevgera basên giştî yên navxweyî di hundir bajaran de tê qedexekirin.

5- Dema vê biryarê 10 roj in û ji yekem roja cejna Qurbanê destpê dike.

 

S. B